Îsraîl: Serkirdatiya Tevgera Cîhada Îslamî hat bêbandorkirin
PeyamaKurd – Piştî êrîş û operasyonên artêşa Îsraîlê yên ser Xezeyê, tevî kuştina fermandarê herêma başûr a Tevgera Cîhadê Xalid Mensûr nêzîkî 20 endamên Tevgera Cîhada Îslamî hatine desteserkirin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku serkirdayetiya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filîstînê hatiye bêbandarkirin.
Artêşa Îsraîlê îro 7ê Tebaxê Yekşemê da xuyakirin ku serkirdayetiya bilind a Tevgera Cîhada Îslamî li Xezeyê hatiye bêbandorkirin, piştî ku artêşê kuştina fermandarê herêma başûr a Tevgera Cîhadê Xalid Mensûr, li Xezeyê ragihand.
Hêjayî gotinê ye, artêşa Îsraîlê roja Înê êrîşên asmanî li ser Xezeyê pêk anîn û di encamê de 7 kes hatin kuştin, ku di nav wan de Taysir el-Ceberî, yek ji serkirdeyên navdar ê Tevgera Cîhadê li Xezayê jî hebû.
Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Aviv Kohavî roja Şemiyê ragihand ku ew ê derbeyeke kujer li Tevgera Cîhada Îslamî li herêma Xazayê bidin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraei jî li ser Twitterê da xuyakirin: "Planên me yên cûrbecûr hene. Em rê nadin ku ti rêxistin li vir, li bakur û li Bereva Rojava ziyanê bigihîne serweriya dewleta Îsraîlê.”
Berpirsên Îsraîlê didin xuyakirin ku ew neçar mane ji bo rê li ber êrîşeke mezin a plankirî ya Tevgera Cîhada Îslamî bgirin, vê operasyonê pêk bînin.
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Xezeyê ragihandiye ku li Xezyê 6 jê zarok, 32 kes hatin kuştin û zêdetirî 215 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin