Îsraîlê, gef li Îranê xwar: Em ê we ji rûyê erdê tune bikin!

22 October 2023 19:00 0 dîtin
Îsraîlê, gef li Îranê xwar: Em ê we ji rûyê erdê tune bikin!

PeyamaKurd- Wezîrê Aboriyê yê Îsraîlê Nir Barkat, li ser pêvajoya şer a navbera welatê xwe û Hamasê nirxand û bal kişand ser sekina Îranê ya li dijî vî şerî.

Nir Barkat, ji rojnameya Tabloid a Brîtanî re axivî û bal kişand ku dibe ev şerê heyî, dorfireh bibe.

Wezîrê Îsraîlî yê ku rasterast Tehranê kir armanca û got ku

"Heger Hizbullah, rêxistina terorîst a satelîtê ya Îranê li Lubnanê êrîşî Îsraîlê bike, dê hemû Ayetullahên li Îranê ji cîhanê bên tunekirin. Lubnan û Hizbullah wekî Hemasê dê berdêlên giran bidin .

Îsraîl dê ne tenê Hizbullahê bêbandor bike. Berovajî, heger rêxistina terorê eniyeke bakur veke, em ê rasterast Îranê bikin armanc. Armanca Îranê ew e ku ji hemû aliyan ve êrîşî Îsraîlê bike. Heger em fêm bikin ku êrîşî Îsraîlê dikin, em ê ne tene tola xwe hildin, em ê serê mar jêkin. Ayetullahên Îranê bişev ranakevin û heger li bakur eniyek vekin em ê piştrast bin ku dê hesab ji wan were pirsîn.

Peyameke zelal a Îsraîlê ji dijminan re heye. Em ji wan re dibêjin ku binihêrin li Xezayê çi diqewime. Heger hûn êrîşî me bikin, dê bi we re jî heman reftar bê kirin. Em ê we ji ser rûyê erdê tune bikin."