Îsveç: Hevdîtinên bi Tirkiyê re di asta erênî de ne

17 January 2023 00:21 0 dîtin
Îsveç: Hevdîtinên bi Tirkiyê re di asta erênî de ne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsveçê Ulf Kristersson, li Stockholmê bi serokê konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel re civiya. Piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê lidarxist. Serokwezîr Kristersson got ku ji bo pêvajoya endamtiya NATO yê her tişt di seyra xwe ya normal de dimeşe û weha dewam kir:

“Ez difikirim ku Tirkiye di tesdîqkirina endamtiya NATO yê de di asta erênî de ye. Di netîcê de wê Tirkiye biryarê bide. 28 endamên NATO yê endamtiya me qebûl kirine. Em di her asta erêkirinê de ji pêvajoyê re rêz digrin. Îsveç û Fînladiya sozên sêqolî bicîh tîne. Di mijara îadekirina kesên ku Tirkiye ji Îsveçê xwestine, daraz biryarê dide. Biryara ku Tirkiyê di derbarê me de bide em jê re rêz digrin.”