Îtalya li Samê mîsyona xwe ya dîplomatîk çalak dike

28 July 2024 16:49 0 dîtin
Îtalya li Samê mîsyona xwe ya dîplomatîk çalak dike

PeyamaKurd - Îtalya piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, ji nû ve li paytexta Sûriyeyê Şamê nûnertiya dîplomatîk saz dike.

Îtalya, bi vî awayî bû yekem welatên G7 ku li Şamê nûnertî vedike.

Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani ragihand ku welatê wî ji bo “ronîkirina Sûriyê” li Sûriyê balyozekî destnîşan dike.

Hat ragihandin ku niha Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Sûriyeyê Stefano Ravagnan weke Balyozê Îtalya yê Şamê hatiye tayînkirin. Di daxuyaniya xwe ya ji bo Reutersê de, Tajani diyar kir ku tê plankirin ku Ravagnan di demek nêzîk de dest bi erka xwe bike.

Di 2012an de, piştî ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê destpê kir, Îtalyayê, ji bo protestokirina "tundiya ku nayê qebûlkirin" a ji aliyê rejîma Beas û Serokê wê Beşar Esed ku li dijî welatiyên xwe pêk tîne, hemû karmendên balyozxaneya xwe ya Şamê vekişand û çalakiyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyê re rawestandibû.

Piştî dehan salên şerê navxweyî yê ku bû sedema koçkirina bi milyonan Sûriyeyî û mirina bi sed hezaran kesan, rejîma Beşar Esed, bi alîkariya Rûsya û Îranê kontrola piraniya Sûriyê ji nû ve bi dest xist.

Hefteya borî, Îtalya û heft welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji berpirsê siyaseta derve ya YEyê Josep Borrell re nameyek şandin û daxwaz kirin ku li Sûriyeyê roleke çalaktir bileyze.