Jeanine Hennis Plasschaert: Divê rewsa malbatên enfalkiriyan bê fêmbikin

30 July 2022 23:01 0 dîtin
Jeanine Hennis Plasschaert: Divê rewsa malbatên enfalkiriyan bê fêmbikin

PeyamaKurd – Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, di merasima cenazeyên 100 Barzaniyên enfalkirî ku cenazen wan ji başûrê Iraqê anîn Hewlêrê û dê sibê li devera Barzan bispêrin axê, axifî û got ku divê rewşa malbatên enfalkiriyan her wext bê fêmkirin. Jeanine Hennis Plasschaert di axaftina xwe de got ku pêvajoya enfalê komkujiye û weha dewam kir:

“Ew, hewla tinekirina xelkê Kurd ê serbilind bû. Ji bo ji wan gorîvanan re rêz bigrin em li vê derê ne. Ji bo car din bûyerên weha dubare nebin.

Herêma Kurdistanê û Iraq di pêvajoyekî girîng de ne. Di roja bîranîna gorîvanên enfalê de, ez hevparê êşa we me.”