Ji aliyê kesên nenas ve parêzerekî Kurd li Kobanî hat revandin
PeyamaKurd – Li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, ji aliye kesên nenas ve hatin revandin, Parêzer Mihemed Etî Ebû Xidir, hate revandin û heta vê demê kes nizane ew li kuderê ye û çarenûsa wî ne diyar e.
Parêzer Mihemed Etî, roja Pêncşemê di 15ê Cotmeha 2020an de, dema ji bajarê Kobanî vedigeriya mala xwe ya li gundê Til Xezalê, li çaterêya gundê Nordan, ji aliyê hin kesên nenas ve tevî otombîla wî hate revandin.
Tu daxuyanî ji aliyê asayîşê û saziyên Rêveberiya Xweser ve bo parêzer Mihemed Etî nehat dayîn.
Dost û nas û xwediyên parêzer Mihemed Etî li ser torên civakî dibêjin, ji ber ku dozeke wî li Dadgehên Rêveberiya Xweser bi ser ketiye û wî daxwaza cîbicîkirina biryara dadgehê dikir, lê aliyê din bi biryara dadgehê razî nebûye û xwestiye bi vî şêweyî Mihemed Etî biêşînin.
Parêzer Mihemed Etî, rojekê pêş revandina wî, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandibû ku rrijdbûna li ser daxwaza maf, dibe ku te bigihîne mala xaltîka te, yanî were zindanîkirin, û dibe, ku te jî bîra wê kiribe, yanî mala xaltîkê zindanê, û spasî jî berê gihiştiye.
Parêzer Mihemed Etî, di nava civaka Kobanî de, wekî parêzerekî têgihiştî û pê bawer, di pîşeya parêzeriyê de tê naskirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin