Ji Amerîka daxuyaniya operasyona Rojava: Em her pêngava ku rewsê bixe metirsiyê sermezar dikin!
PeyamaKurd - Bedevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de got, ew ji tundbûna çalakiyên leşkerî li bakurê Sûriyê gelek nîgeran in û Washingtonê ev bi zelalî gihandiye hikûmeta Tirkiyê.
Ned Price di civîna rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanan a derbarê operasyonên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku pêwîste hemû alî pabendî agirbesta 2019an bin û Tirkiye jî pabendiyên xwe bicih bîne.
Ned Price herwiha got: “Me tekez kiriye ku em gelek ji gotûbêjên derbarê egera tundbûna çalakiyên leşkerî li bakurê Sûriyê nîgeranin, bi taybet bandora wê li ser xelkê sivîl li wê derê. Em di piştevanîkirina wan xetên agirbestê de ne ku niha berdewam dibin. Em her pêngavekê şermezar dikin ku eger heye wê rewşê bixe metirsiyê. Em wiha bawer dikin ku girîng e hemû alî navçeyên agirbestê biparêzin û rêzê lê bigrin bi awayekî bingehîn, daku istiqrara li Sûriyê pêş bikeve û herwiha kar were kirin di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya vî şerî de.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê da zanîn, her operasyonek li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bê kirin, wê ziyanê bigihîne hewlên hevbeş ên li dijî DAIŞê û hewlên pêşvebirina aramiya siyasî jî lawaz dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin