Ji Amerîkayê daxuyaniya protestoyên Iraqê: Rêya astiyane hilbijêrin...

23 August 2022 20:53 0 dîtin
Ji Amerîkayê daxuyaniya protestoyên Iraqê: Rêya astiyane hilbijêrin...

PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîka ya Iraqê derbarê xwepêşandanên berdewam û krîza sîyasî ya Iraqê de daxuyaniyek belav kir. Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya îro 23yê Tebaxê de, bang li hemû aliyan kir, aramiyê biparêzin, xwe ji tundiyê dûr bixin û ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî vegerin ser bingeha destûrê.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em bi hûrgilî û ji nêz ve çavdêriya wan raportan dikin ku li ser aloziya îro ya li ber Encûmena Bilind a Dadwerî digihîjin.

Em hemû aliyan han didin ku pabendî parastina aramiyê bibin û xwe ji tundiyê dûr bixin û çareseriya her kêşeyeke siyasî bi rêya aştiyane û bi destûra Iraqê bikin.”

Herwiha hat diyarkirin: “Her weke çawa em bangewaziyê li xwepêşanderan jî dikin, rêzê li rêkaran û milkê saziyên hikûmeta Iraqê bigrin, ji ber gelê Iraqê xwediyê wan e û xizmeta berjewendiyên wan dikin.”

Hêjayî gotinê ye, îro alîgirên Tevgera Sedir çûn ber Encûmena Dadwerî ya Iraqê û Encûmena Dadwerî wekî bertek hemû karên xwe dan rawestandin.

Wezîrê Muqteda Sedir jî ji xwepêşanderan daxwaz kir, ji ber Encûmena Bilind a Dadwerî vekişin û vegerin ber Parlamentoya Iraqê greva xwe bidomînin.