Ji Amerîkayê daxuyaniya xwepêsandan û aloziyên li Iraqê...
PeyamaKurd - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê, li ser xwepêşandanên Iraqê yên alîgirên Sedr û alozbûna rewşa Iraqê peyamek belav kir.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê de, hat diyarkirin ku ew ji ber zêdebûna aloziyan bi fikar in û ji hemû aliyên Iraqê hat xwestin, ji her karekî ku bibe sedema tundûtûjiyê dûr bisekinin.
Balyozxaneya Amerîkayê da xuyakirin: “Nabe ku ewlehî û aramiya Iraqê bikeve metirsiyê û niha dema çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogê ye, ne bi dijayetiyê.”
Herwiha bang li xwepêşanderan hat kirin, rêzê li sazî û dezgehên hikûmetê bigirin ku di xizmeta gelê Iraqê de ne û divê li ser erkê xwe bin.
Balyozxaneya Amerîkayê da zanîn, mafê xwenîpêşandana giştî ya aştiyane hêmaneke bingehîn a hemû demokrasiyan e lê xwepêşander jî divê rêzê li sazî û milkên hikûmeta Iraqê bigirin ku yê gelê Iraqê ne û xizmeta gelê Iraqê dikin û divê destûrê bidin da karê xwe bikin.
Piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr îro 29ê Tebaxê vekişîna xwe û Tevgera Sedr ji siyaseta Iraqê ragihand û alîgirên Sedr ketin Herêma Kesk û bi ser Koşka Serokomariyê de jî girtin.
Herwiha li gorî zanyariyan hejmarek xwepêşanderan jî di dema aloziyan de jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin