Ji ber baran û lehiyê 22 kes mirin û gelek kes wenda ne
PeyamaKurd – Li Kore ya Başûr bi sedema barîna barana zêde lehî rabû, hez li erdê ket û di encamê de 22 kes can dan û bi dehan kes wenda ne. 3 roje ku li Kore barîna baranê ranewestiya ye. Rêjeyên encama baran û lehiyê ji aliyê Baregeha Bergirtina Ewlehiyê ya Afetê de hat ragihandin.
Bi hesêb seet 18.00ê bi wexta cîh; li devera Gyeongsanga Başûr 16 kes, li Chungcheong başûr 4 kes, li bajarê Sejongê 1 kes û li Chungcheonga Bakûr 1 kes can dan. 14 kes jî wenda ne û lêgerîna wan dewam dike.
Li welat bi hezaran kes hatine tehliyekirin, elektrîka gelek deveran hatiye birin û gelek xanî ji lehiyê zerarê dîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin