Ji ber bûyerên li Kazakistanê ceza dan zêdetirê ji 40 kesan

27 January 2025 20:58 0 dîtin
Ji ber bûyerên li Kazakistanê ceza dan zêdetirê ji 40 kesan

PeyamaKurd – Li welatê Kazakistanê di serê sala 2022an de, ji ber li hemberê rêvebiriya Kazakistanê serî rakirin, gelek kes dihatin darizandin û ji wan kesên girtî Arman Cumageldiyev 20 sal, Ruslan İskakov 15 sal û 6 meh ceza dan wan. Daraza wan, di 15e Êlûna 2023an de destpêkiribû.

Heyeta Dadgeha Cezayê ya Almatayê bi sedema ‘Bûyerên Meha Rêbendanê’ ku xwestin serî hildin, bi sedema serî hildane, ji mafya welat Arman Cumageldiyev 20 sal, serokê berê yê îstîxbaratê Ruslan İskakov 15 sal û 6 meh, parlementerê berê yê meclisa bajêr Kayrat Kudaybergen 8 sal, 13 endamên rêxistina sûcî her yek di navbera 10 sal û 15,5an de ceza dan wan. Yên din jî dadgehê di navbera 1,5 sal û 7 salan de ceza da wan.

Di serhildana sala 2022an de di serhildanê de li Almatayê 238 kes miribûn û deh hezar zêdetir kesan xistibûn binçav.