Ji bo destpêkirina seferan mercên koronayê hatin diyarkirin

26 July 2020 16:20 0 dîtin
Ji bo destpêkirina seferan mercên koronayê hatin diyarkirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê ku çav li rê ye 1ê Tebaxê seferên asmanî yên rêwiyan dest pê bikin, ji bo rêwiyan mercên nû hatin diyarkirin.

Berpirsê Tenduristiyê li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Dr. Hest Kerîm ragihand ku wê ji kesên derkevin geştê testa Covid-19 a di nav 48 demjimêran de hatiye encamdan were xwestin û herwiha wê ew test ji bo kesên werin Kurdistanê jî bê xwestin.

Dr. Hest Kerîm da zanîn ku heger testên wan rêwiyan ji dema diyarkirî derbas bûbûn, wê tîmên tenduristiyê yên balafirxaneyê testa koronavîrusê li wan bikin û kesên werin Kurdistanê jî divê soza 2 hefte mayîna karantîneya malê bidin.

Hest Kerîm diyar kir ku wan hemû amadekariyên bo destpêkirina geştên asmanî kirine û bibîr xist ku kesên derkevin geştê 72 saet berê testa xwe ya koronayê bikin, wê çêtir be.