751 pêketî û 5 wefatên nû yên koronayê hatin tomarkirin

11 January 2022 20:34 0 dîtin
751 pêketî û 5 wefatên nû yên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 751 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Sêşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 751 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 251 kes li Hewlêrê, 331 kes li Silêmaniyê, 151 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 13 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê û 4 kes jî li Silêmaniyê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 154 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 30 kes li Hewlêrê, 124 kes li Duhokê ne.

Bi van amarên dawî re li herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê bû 384182 kes, ya mirinan gihîşt 7151 kesan û heta niha 373349 nexweşên koronayê jî baş bûne.