Rojava | 86 pêketî û 3 wefatên koronayê hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêvbeeriya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya îro Pêncşemê de ragihand, di 24 saetên dawî de 86 kesên din bi koronayê ketine û 3 kesan jî can daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, 2 kes li Qamişlo û kesek jî li Hesekê ye.
Herwiha hat ragihandin ku 86 nexweşên din ên koronayê hatine tomarkirin ku ew jî li Hesekê: 18, li Qamişlo: 30, li Dêrikê: 14, li Dirbêsiyê: 4, Til Temir: 1, li Reqa: 11, li Dêrazor: 7 û li Şehba: 1 kes e.
Ciwan Mistefa diyar kir ku 5 nexweşên koronayê jî di 24 saetên borî de baş bûne.
Bi van amarên dawî re heta niha li herêmên Rêveberiya Xweser 9 hezar û 383 kes bi koronayê ketine û 364 kesan jî ji koronayê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin