Rojava | 109 pêketî û 2 wefatên koronayê hatin tomarkirin

27 March 2021 14:31 0 dîtin
Rojava | 109 pêketî û 2 wefatên koronayê hatin tomarkirin

PeyamaKurd –Li Rojavayê Kurdistanê 109 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û 2 kesan can dan.

Li gor Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir; 109 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 21 kes li Hesekê, 39 kes li Qamişlo,13 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 11 kes li Tebqayê, 5 kes li Reqayê, 7 kes li Kobanî, 4 kes li Minbicê û 6 kes jî li Şehbayê ne.

Herwiha hat diyarkirin, 2 kesan jî can dane.

Bi vî awayî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê kesên bi vîrusa Koronayê ketine, gihiştiye 9492 kesan. Ji wan 1290 kes baş bûne û 366 kesan jî can dane.