Ji bo Îran êrîsî Amerîka neke Iraq û Amerîka hisyariyê didin
PeyamaKurd – Ji bo Îran êrîşî Amerîka neke, Iraq û Amerîka hişyariyê didin Îranê. Şêwirmendekî Xamineyî dide zanîn, heya çûna Trump, ew tiştekî nakin.
Şêwirmendê Rêberê Îranê Elî Xamineyî Rehîm Sefewî destnîşan kir, heya 21ê vê mehê Donald Trump ji desthilatê dûr nekeve, tu êrîşan nakin.
Sefewî diyar dike, tevî wê yekê jî tolhildana Qasim Suleymanî berdewam û dem dirêj dibe. Sefewî eşkere kir, niha tirsa Amerîkiyan heye ku Îran careke din di salvegera kuştina Suleymanî de derbeyan li wan bide.
Amerîka û Iraq hişyarî dane Îranê û komên ser bi wê, da ku tu êrîşan li ser şandeyên dîplomasî yan jî hêzên Amerîkî nekin. Ji ber ku Amerîka dê bi lez û bi tundî bersiva wan bide.
Herwiha îro Heşda Şeibî xwepêşandaneke berfireh li Bexdayê saz kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin