Ji bo Ûkraynayê car din ava bikin, pêdivî bi 524 milyar dolarî heye

26 February 2025 02:43
Ji bo Ûkraynayê car din ava bikin, pêdivî bi 524 milyar dolarî heye

PeyamaKurd – Banka Dinyayê, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekgirtî û hukumeta Ûkraynayê ragihandin ji bo Ûkraynayê ji nûh de ava bikin, pêdivî bi 524 milyar dolarî heye. Rêje, li gor rapora ‘4em ya xesara bilez û raveya pêdiviyê’ hat dayîn ku di ser şerê Rûsya-Ûkrayna de 3 sal derbas bû.

Her 4 beş, rapora xwe li gor heya roja 31.12.2024an amade kirin û eger di nav 10 salan de Ûkraynayê ji nûh de ava bikin, pêwistî bi vî pereyî heye. Di raporê de hat gotin ku ev pere dike 2,8 qatê budça Ûkraynayê ya salane ya nesafî.

Di raporê de hat gotin ku hukumeta Ûkraynayê bi desteka bexşandinê ya sala 2025an; ji bo xanî, perwerdê, tenduristiyê, parastina civakî, enerjî, gihandin, temîna avê, paqijkirina mayinan û parastina sîvîl di budçê de 7,37 milyar dolar pere veqetandine û pêdivî bi 9,96 milyar dolarê dinê jî heye.

Li gor raporê; zerara Ûkraynayê raste rast gihaye 176 milyar dolarî. Tenê ji bo enqazên şer paqij bikin, pêdivî bi 13 milyar dolarî heye. Di şer de xaniyên ku zerarê dîne li gor seranserê Ûkraynayê dike %13 e û 2,5 milyon malbat ji şer zerarê diye.

Ji meha Sibat a par de heya niha zerar %70 zêde bûye. Ji bo zerarê di wextekî dirêj de telafî bikin, 84 milyar dolar ji bo avahiyan, 78 milyar dolar ji bo gihandinê, ji bo enerjiyê 68 milyar dolar, 64 milyar dolar bazirganî û sanayî û sektora çandiniyê 55 milyar dolar pere lazime.