Ji Erdogan daxuyaniyên Herêma Ewle: Emê bikevin herêmê...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê, di merasîma 948 saliya Serfiraziya Malazgirtê (Bi alîkariya Kurdan hatina Anadolê ya Tirkan) de, gotarek pêşkeş kir.
Erdogan li ser avakirina herêma ewle ya bi hevkariya Amerîkayê li sînorê Rojavayê Kurdistanê axivî û got ku daxwaza me ya sereke hevkarî û diyalog e, lê heke me mijul bikin em ê planên xwe bixin meriyetê.
Serokomarê Tirkiyê diyar kir, "Tevlîheviya hesabên li herêmê û zêdebûna dafikên xinîz me qet ji rêya me venagerîne. Meseleya Rojhilatê Firatê ku wekî pirseke kes nikare dest bidiyê dibînin jî em niha hal dikin.
Erdogan di berdewamê de wiha got: “Heger zorê bidin derveyî daxwaza me tiştek bibe û em bên mijulkirin (Ji aliyê Amerîka ve) hemû amadekariyên me temam in. Emê planên xwe bicih werînin. Niha SÎHA û ÎHAyên me û helîkopterên me ketine herêmê. Pir li nêzîk em li bendê ne yekîneyên me yên bejahî jî bikevin herêmê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin