Ji Faucî hisyariya Omicronê: Wê barê sîstema tenduristiyê giran bike!

03 January 2022 17:38 0 dîtin
Ji Faucî hisyariya Omicronê: Wê barê sîstema tenduristiyê giran bike!

PeyamaKurd - Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî ya Amerîkayê Anthony Fauci ku hevdem şêwirmendê tenduristiyê yê Serokê Amerîka Joe Biden e, li ser belavbûna zêde ya cûreya korona ya Omicronê hişyarî da.

Fauci ji televizyona CNN a Amerîkî re diyar kir, metirsî çêbûye ku kesên bikevin nexweşxaneyan zêdetir bibin û got: “Ger pêketin ewqas zêde bin, her çiqas Omicron ji Deltayê kêmtir metirsî çêdike jî ji bo nexweşxaneyan dîsa ew dikare giraniyê li ser sîstema tenduristiyê çêke.”

Faucî da zanîn ku cûreya Omicron ji ya Delta zêdetir belav dibe û ji ber wê jî wê zêdetir pêketin çêbibin.

Wekî gelek welatên din li Amerîkayê jî bi belavbûna Omicronê re hejmara pêketinan dîsa bilind bûye û tenê li Amerîkayê rojane 400 hezar kes bi koronayê dikevin. Herwiha gelek welat ji ber belavbûna Omicronê tedbîrên nû radigihînin.