Ji Hikûmeta Kurdistanê û Bexdayê li ser budçe û deriyan lihevkirina destpêkî
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil, li ser naveroka serdana şanda Hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê civîneke rojnamevanî li dar xist û ragihand, wan bi hikûmeta Bexdayê re li ser budçeyê û deriyên sînorî lihevkirineke destpêkî pêk aniye.
Cotyar Adil got ku şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Bexdayê ligel Wezareta Petrola Iraqê civiyaye û li ser pirensîbên sereke yên amadekirina yasaya petrol û gaza Iraqê gotûbêj kirine û di vê derbarê de gihîştine rêkeftineke serekî û biryare roja yekşema pêş şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê vegere Bexdayê û ew gotûbêj berdewam bikin.
Berdevkê Hikûmeta Kurdistan diyar kir, di duyemîn civîna şanda Herêma Kurdistanê de, ji bo deriyên sînorî û dîtina çawaniya hemahengiyê di çarçoveya gumrikê de û derbarê nehiştina qaçaxçîtiyê gotûbêj pêk hatiye û li ser deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê jî hatiye diyarkirin ku ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê fermî ne, lê hîn bi awayekî fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi fermî nehatine naskirin û lihevkirinên pêşîn hatine kirin.
Dr. Cotyar Adil da zanîn, di sêyemîn civîna şanda Herêma Kurdistanê ya ligel Wezîrê Plandanan a Iraqê de, projeyasaya bûdceyê hatiye axaftin ku rêkeftineke destpêkê li ser pirensîbên giştî di navbera her du aliyan de çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin