Ji Îmaratê yekem pêwendiya dîplomatîk bi rêveberiya Samê re

11 October 2021 21:00 0 dîtin
Ji Îmaratê yekem pêwendiya dîplomatîk bi rêveberiya Samê re

PeyamaKurd – Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) piştî 10 salên şerê navxweyî yên Sûriyê pêwendiyeke fermî ya dîplomatîk bi hikûmeta Şamê re danî.

Piştî ku Urdinê biryara asayîkirina pêwendiyan ligel hikûmeta Esed da û deriyên sînoran ji bazirganiyê re vekir, Wezareta Aborî ya Îmaratê jî îro 11ê Cotmehê ragihand ku wan bi rêveberiya Şamê re li ser hevkarî û pêşxistina pêwendiyên aborî li hev kiriye.

Wezareta Îmarat herwiha li ser hesabê xwe yê Twitterê jî ragihandiye ku bazirganiya derveyî petrolê ya ligel Sûriyê di nîveka sala 2021ê de 272 milyon dolar bûye.