Ji Kobanî bo NBCê: Rêkeftina Amerîka-Tirkiyê plana herî mezin a qirkirina etnîkî ye

20 October 2019 13:23 0 dîtin
Ji Kobanî bo NBCê: Rêkeftina Amerîka-Tirkiyê plana herî mezin a qirkirina etnîkî ye

PeyamaKurd - Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî (Kobanî) got ku rêkeftina Tirkiye û Amerîka ya li ser Rojavayê Kurdistanê “mezintirîn plana qirrkirina etnîkî ya sedsala 21ê ye!”.

Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî ji televîzyona Amerîkî NBC re ragihand ku rêkeftina serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence li ser Rojavayê Kurdistanê “dibe sebeba kuştin û derbiderbûna bi milyonan welatiyên kurd”.

Mezlûm Kobanî herwiha got, "Li ber çavê hêzên Amerîkî welatiyên kurd tên şehîdkirin û tên derbiderkirin. Amerîka dikare wê êrişê bide sekinandin ji ber wê jî Amerîka li hember tevahiya qurbaniyên sivîl berpirsiyar e."

Mezlûm Kobanî herwiha rêkeftina hatiye kirin jî wekî “mezintirîn plana qirrkirina etnîkî ya sedsala 21ê” nirxand.

Li gorî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ya 17ê Cotmeha 2019an divê di nav 120 saetan de hêzên Kurd ji deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê derkevin û wan deran radestî Tirkiyê bikin.