Ji Konseya Ewropayê daxuyanî bo hilbijartinên Tirkiyê û bajarên kurdan...
PeyamaKurd – Di Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê de ji Tirkiyê hat xwestin ku rêzê li encamên hilbijartinên 31ê Adarê bigire.
Li gor nûçeya Euronewsê Serokê Kongreyê Anders Knape derbarê hilbijartinên 31ê Adarê yên herêmî û nedana mazbatayên şaredarên hilbijartî yên bajarên Kurdan daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Knape girîngiya rêzgirtina li encamên hilbijartinan anî ziman û got, “Divê teqez rêz li encamên hilbijartinên demokratîk bê girtin.”
Knape herwiha bang li rêveberên Tirkiyê kir ku encamên hilbijartinên Stenbolê jî demildest ragihînin û rêzê li biryara demokratîk a gel bigirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku lazime Tirkiye li gorî Peymana Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê erka xwe bicih werîne û bêyî cudakirina partiyan bi awayekî adil rê li ber xebatên şaredariyan veke.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin