Ji Norwecê hisyarî: Ji xeynî Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê neçin Iraqê
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Norwecê hişyarî da welatiyên xwe ku ji xeynî parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê, serdana bajarên Iraqê nekin.
Wezareta Derve ya Norwecê, di daxuyaniye ser malpera "SchengenVisaInfo" de, balê dikişîne xerabûna rewşa ewlehiyê ya Iraqê û gefa çekdarên DAIŞê.
Wezareta Derve ya Norwecê pêşniyar li welatiyên xwe kir ku ji bilî parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê neçin serdana Iraqê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ji welatiyên xwe daxwaz dikin beriya serdana her welatekî yan herêmekê bikin, zanyariyên berfireh derbarê wê de werbigrin û cihên ku dixwazin biçin binirxînin.
Li gorî daxuyaniye li ser malpera SchengenVisaInfo, ji sala 2014an ve hikûmeta Iraqê bi piştevaniya hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê, şerê DAIŞê kiriye ta ku sala 2017an rêxistina terorê ya DAIŞê derbeke mezin xwariye û hemû deverên Iraqê ji destê wan hatine derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin