Ji pispor û sarezayên NY bangewaziya kampên malbatên DAISê yên Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Pispor û şarezayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li welatên cîhanê kirin, jin û zarokên li kampên Hol û Roj ên li Rojavayê Kurdistanê di şertên nebaş de dimînin û welatiyên xwe vegerînin welatên xwe.
Bi qasî 20 pisporên mafên mirovan nameyek ji 57 welatan re şandin û ji wan xwestin, welatiyên xwe yên di kampên Roj û Holê yên Rojavayê Kurdistanê de ne vegerînin.
Di nameyê de hat diyarkirin, rewşa kesên li wan her du kampan gelekî metirsîdar e û kesên lê dimînin di şert û mercên nemirovî de dijîn.
Şarezayên NY dane zanîn, kesên di wan kampan de dimînin rastî tundî û nexweşiyan tên û awayê serderîkirina bi wan re wekî îşkenceyê ye.
Tenê di nav sala 2021ê de 14 kes li kampa Holê hatine kuştin ku 3 kes ji wan serê wan hatiye jêkirin.
Kampa Holê li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ye ku yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye ku li gorî rayedarên NY 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.
Rayedarên NY dibêjin, jin û zarokên li van kampan bi guman têne dîtin, ji ber ku piraniya wan malbatên çekdarên berê yên DAIŞê ne û welatên wan ji bo vegera wan dudilî ne.
Kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar li ser asta cîhanê tê dîtin ku rêvebiriya xweser jî gelek caran ji bo alîkariyê û destwerdana navdewletî bangewazî kirine.
HSDê û Rêveberiya Xweser, ji bo kontrolkirina rewşa Kampa Holê ji sala borî ve dest bi derxistina malbatên Sûrî ji kampê kirine û heta niha zêdetir 6 hezar kes hatine derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin