NY ji bo rewsa malbatên DAISê yên kampên Rojava û Iraqê înîsiyatîfeke cîhanî ragihand

30 September 2021 14:30 0 dîtin
NY ji bo rewsa malbatên DAISê yên kampên Rojava û Iraqê înîsiyatîfeke cîhanî ragihand

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) bi armanca alîkariyê bide bi dehan dewletên endam da ku rewşa bi hezaran zarok û malbatên biyanî yên çekdarên DAIŞê yên li kampên li Rojavayê Kurdistanê û Iraqê çareser bikin, însiyatîfeke cîhanî ragihand. Însiyatîf piştî civîna 76an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku hefteya borî hat encamdan, hat ragihandin.

Niha li kampên Rojavayê Kurdistanê 12 hezar çekdarên DAIŞê di girtîgehan de ne ku di nav de zêdetirî 2 hezar çekdarên biyanî hene. Dîsa zêdetirî 60 hezar malbatên DAIŞê jî di kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê de dimînin.

Derbarê înîsiyatîfê de Sekreterê giştî yê NY Antonio Gutterres hişyarî da ku heke civata navdewletî vê pirsgirêkê çareser neke, wê bi xeteriyên ewlehiyê yên demdirêj re rû bi rû bimîne û wê înisyatîfa cîhanî bi lez vê aloziyê çareser bike.

Guterres got, ev însiyatîf bi armanca peydakirina pêdiviyên hiqûqî û mirovî yên lezgîn ên kesên ji Iraq û Sûriyê pêk hatiye û piştgiriya çareserikrina rewşê dike.

Sektreterê giştî yê NY bang li dewletên endam kir ku sûdê ji vê însiyatîfê bigirin û bang li piştevanên vê însiyatîfê kir ku alîktariyê bidin.

Herwiha Midura UNICEFê Henrietta Fire jî li ser mijarê ragihand: “Însiyatîfa cîhanî berhema hevkariya gelek kesan bi rêya nivîsgehên NY ya li ser hemû astan e. Di nav de Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Terorê ya NY, Nivîsgeha Komseriya Bilind a Mafên Mirovan û Desteya Jinan a NY heye.”