Ji PJAKê daxuyaniya êrîsa Kunemasiyê: Endamê me hatin hedefgirtin
PeyamaKurd - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku li Rojhilatê Kurdistanê birêxistinêkirî ye û bi ser PKKê ve ye, derbarê bombebarana doh ya Tirkiyê bi ser Seyrangeha Kunemasî de daxuyanî da.
PJAKê ragihand ku kesên di otomobîlê de bûne armanca bombebaranê endamên wan bûn ku yekî can daye û 3 jî birîndar bûne.
Meclîsa PJAKê derbarê bombebarana Tirkiyê ya li ser Seyrangeha Kunemasî ya li Şarbajêr a Silêmaniyê de bi daxuyaniyeke nivîskî da xuyakirin ku di êrîşê de endamên wan hatine hedefgirtin.
PJAKê wiha got: “Roja 25ê Hezîranê saet di 17.00an de li Seyrangeha Kunemasî ya girêdayî Şarbajêr a Silêmaniyê komek hevalên me dema ji ser erka xwe vedigeriyan, bûne hedefa balafirên şer û sîxûriyê yên dewleta faşîst a Tirk. Di encama vê êrîşê de hinek welatiyên Başûrê Kurdistanê ku ji bo seyranê hatibûn wir jî, bûn hedef. Her wiha ziyanek mezin a madî gihîşt xelkê vê herêmê.”
Meclîsa PJAKê êrîşa balafirên Tirkiyê wekî êrîşeke hovane şermezar kir û ji bo birîndaran selametî xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin