Ji Qeymeqamê Hewlêrê daxuyanî li ser sewata Qeyseriyê

05 August 2018 22:00 0 dîtin
Ji Qeymeqamê Hewlêrê daxuyanî li ser sewata Qeyseriyê

PeyamaKurd - Qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê ragihand, ku li gor zanyariyên destpêkê sedemê bûyera şewata bazara Qeyserî ji ber şorta elektrîkê bûye, lê pêdaçûnên bi hûrgilî li ser vê bûyerê dê bên kirin.

Hat ragihandin ku Qaymeqamê qeza navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd di civîneke çapemeniyê de ragihand:  ‘’Ji aliyê madî ve hîn ziyan bi temamî ne diyar in. Lê çend karmendeke berevaniya lezgîn ji ber dûkelê li ser heşên xwe çûne û lê ti ziyaneke giyanî tuneye.’’

Nebez Ebdulhemîd wiha got: ‘’Li gor pêdaçûnên destpêkê sedemê agir ji ber şorta elektrîkê ye. Lê pêdaçûnên bi hûrgirlî emê li ser bikin. Eger  aliyek an jî desteke cuda li pişt vê be, wê demê berpirsyarî dikeve stûyê wan.’’

Derbarê qerebû kirina kesên ziyan li wan ketiye de jî Nebez Ebdulhemîd got: ‘’Qerebû kirin pêwîstî bi guftûgo û biryarê heye, gelo dê bên qerebû kirin an hikûmet dikare vê demê de qerebû bike an na? Lê berî her tiştî pêwîste sedemê agir baş bi temamî bê zanîn.’’