Ji Rûsya daxuyanî: Tirkiyê peyman binpê kirin…
PeyamaKurd – Rûsyayê Tirkiye bi radestkirina Tirkiyê ya fermandarên Lîwaya Azov a Ukraynayê tawanbar kir û ragihand ku Tirkiyê peymanên korîdora zad jî binpê kirine.
Kremlînê piştî daxuyaniya serokê Ukrayna Volodimir Zelensky ya dema serdana Tirkiyê li ser vegera 5 fermandarên Azovê ji Tirkiyeyê, daxuyanî da û ragihand, “Tirkiyeyê bi radestkirina fermandarên Azovê peyman binpê kirin.”
Hatibû diyarkirin ku 5 fermandarên Azovê bi sedema ewlehiyê li Tirkiyeyê bûn û Tirkiyeyê ew radestî Ukraynayê kirin.
Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, Tirkiye ji vegera Tabûra Azov bo Ukraynayê berpirsiyar girt û got, Tirkiyê peyman binpê kirin.
Herwiha Peskov, li ser peymana zad jî diyar kiriye ku Tirkiyê peyman binpê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin