Ji Serok Barzanî peyama pîrozkirina Cejna Paskalyayê

12 April 2020 09:55 0 dîtin
Ji Serok Barzanî peyama pîrozkirina Cejna Paskalyayê

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Paskalya ya mesîhî û xrîstiyanên cîhanê peyameke pîroziyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de Cejna Paskalyayê li civaka Xrîstiyan a Iraq, Kurdistanê hemû cîhanê pîroz kir.

Serok Barzanî herwiha got, bi wesîleya vê cejna pîroz, em di wê baweriyê de ne ku li Herêma Kurdistanê çanda pêkvejiyanê û biratiyê hê bihêztir berdewam bike.

Serok Barzanî herwiha hêvî xwest ku Cejna Paskalya bibe sebeba nemana nexweşiya koronayê û şerên li seranser dinyayê ku aramî, hezkirin û xweşbînî were dabîn kirin.