Ji Serok Barzanî peyama pîrozkirina 'Cejna Rojên Êzî': Em kêmasiyê nakin...
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya Cejna rojên Êzî peyameke pîrozbahîyê ji bo Kurdên Êzidî belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Kurdistan welatê biratîyê û bihevre jîyanê ye û parastina vê tebayî, biratîyê û bihevre jîyanê erkeke pîroz e û kêmasîyê lê nakin."
Peyama Serok Mesûd Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina «Cejna Rojîyên Êzî», germtirîn pîrozbahiyê li xuşk û birayên Êzîdiyên Kurdistanê û seranserê cîhanê dikim.
Hêvîdarim ev cejin, bo xuşk û birayên me yên Êzîdiyan şadî û aramî û bexteweriyê bihîne û dawî bi êş û azarên wan bihê.
Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyanê ye û paraztina wê tebayî, birayetî û pêkvejiyanê erkeke pîroze û kêmasiyê lê nakîn.
Cejna we pîroz û hêvîdarim herdem cejnên xwe di xweşî û aştiyê da bikin.
Mesûd Barzanî
19.12.2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin