Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata ‘Dayika Ayse’: Pê sanaz im ku giham xizmeta wê
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Dayika Ayşe, ku dayika 3 şehîdan e peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji malbat û nasên Dayika Şehîdan re pêşkeş kir û got, “Dayika Ayşe ya beheştî, mînaka xweragirî û azayetiyê bû û ji bo hemû take kesekê Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Min bi xwe ew şanaziye hebû ku bigihim xizmeta wê û waneya xweragirî û Kurdayetiyê ji wê fêr bibim.”
Dayika Ayşe ku nasnavê Dayika Şehîdan pê hatibû bexşîn û 3 kurên wê di şerê DAIŞê de şehîd bûbûn, îro roja 27ê Tîrmehê di 94 saliya xwe de li nexweşxaneyê koça dawî kir.
Demek bû Dayika Ayşe ji ber kevirê di gurçika wê de li Nexweşxaneya Soran û Şeqlawe di bin çavdêriya bijîşkan de bû.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya Dayika sê şehîdên Kurdistanê xanima Dayik Ayşe gihîşt min.
Dayika Ayşe ya beheştî, mînaka xweragirî û azayetiyê bû û ji bo hemû take kesekê Kurdistanê cihê şanaziyê ye. Min bi xwe ew şanaziye hebû ku bigihim xizmeta wê û waneya xweragirî û Kurdayetiyê ji wê fêr bibim.
Li vê xemgîniya mezin da, pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û nasên Dayika Ayşe dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê pakê Dayika Şehîdan bi beheşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
27.07.2020
DAYIKA AYŞE KÎ YE?
Dayika Ayşe ango Ayşe Teha Osman di sala 1926an de ji dayik bûye. 3 kurên wê di şerê li dijî DAIŞê de li Zûmarê di yek sengerî de şehîd bûn. Serok Mesûd Barzanî nasnavê Dayika Şehîdan da Dayika Eyşê û di 16.08.2018an de jî bi madalyaya Barzaniyê Nemir ew xelat kir.
Di Mijdara 2014an de her sê Pêşmergeyên birayên hevdu zarokên dayê Ayşe, Necat Osman, Mewlud Osman û Teha Osman li Zûmarê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûn. 23yê Kanûna 2014an Serok Barzanî nasnavê “Dayika Şehîdan” dabû Dayê Ayşe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin