Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata saîrê Kurd Celalê Meleksa
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser wefata şaîrê kurd ê navdar Celalê Melekşa, peyameke serxweşiyê belav kir û got, "Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya şaîrê navdarê gelê Kurd Celalê Melekşa gihîşt min. Celalê Melekşa nivîskar û şaîrekî niştimanperwer bû ku cihê destê wî di pêşvebirina çand û edeb û wêjeya Kurdistanê de diyar e."
Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:
“Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya şaîrê navdarê gelê Kurd Celalê Melekşa gihîşt min. Celalê Melekşa nivîskar û şaîrekî niştimanperwer bû ku cihê destê wî di pêşvebirina çand û edeb û wêjeya Kurdistanê de diyar e.
Serxweşiyê li malbat û kesûkarên xwedê jêrazî Celalê Melekşa û rewşenbîr û edebdost û nivîskarên bajarê Sine û hemû Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşa xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşe.”
Şaîrê niştîmanperwerê kurd ji Rojhilatê Kurdistanê Celalê Melekşa, doh di 69 saliya xwe de li bajarê Sine koça dawî kiribû.
Celalê Melakşa sala 1951î li gundê Melekşa yê bajarê Sine hatiye dinê û ji zaroktiya xwe ve helbest nivîsandine.
Melekşa wek mirovekî aştîxwaz, serê xwe li hember zilm û sitemkariyê netewandiye û ji ber vê jî gelek salan di zîndanên Îranê de maye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin