Ji Serokê Çînê Xi Cinping serdaneke 3 rojî bo Erebistana Siûdî

06 December 2022 21:16 0 dîtin
Ji Serokê Çînê Xi Cinping serdaneke 3 rojî bo Erebistana Siûdî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Çînê sibê 7ê Kanûna 2022yan serdana Erebistana Siûdî dike û beşdarî lûtkeyên 'Siûdî-Çîn, Kendav-Çîn û Ereb-Çînê’ dibe.

Li gorî ragihandina Ajansa Was a Erebistana Siûdî, serokê Çînê Xi Jinping 7ê Kanûna 2022yan serdana Siûdî dike û heta 9ê mehê li wir dimîne.

Hat eşkere kirin ku di dema serdana Cinping de lûtkeya Siûdî-Çînê tê lidarxistin û serokê Çînê beşdarî lûtkeya Riyadê ya Kendav-Çînê ya hevkariyê û lûtkeya Riyadê ya Erebî-Çînê ya hevkarî û geşepêdanê dibe.

Hat zanîn ku wê di wan lûtkeyan de, rêbazên xurtkirina têkiliyên hevbeş di warên cuda de û hevkariya aborî werin gotûbêjkirin.