Jina Herî Bedew a 2019an hat hilbijartin

25 April 2019 18:56 0 dîtin
Jina Herî Bedew a 2019an hat hilbijartin

PeyamaKurd – Kovara People ku her sal xelata ‘Jina Herî Bedew a Dinyayê’ dide, îsal lîstikvana sînemayê Jennifer Garner hilbijart.

Jennifer Garner a 47 salî nûçeya xelata ‘Jina Herî Bedew’ di bernameya televizyonê ya The Ellen DeGeneres Show de ragihand û got, “Wekî we ez jî li bendê bûm Kaia Gerber bê hilbijartin, lê ez hatim hilbijartin. Ev pir tewş e.”

Garner di hevpeyvîna xwe de got, “Li şûna li neynikê binêrim, dema dihizirim ku dikarim çi bidim vê dinyayê bêhtir bextewar dibim.”

Garne di hejmara taybet a bedewiyê ya Kovara People de, di berga kovarê de cî girt.