Karkerên demkî qeza kirin: 3 mirî

10 March 2020 23:13 0 dîtin
Karkerên demkî qeza kirin: 3 mirî

PeyamaKurd- Li bajarê Adanayê mînîbusa ku karkerên demkî dibir ser kar û dianî qeza kir. Mînîbus ji ser rêya esasî derket û ket şerempolê. Di encama qezayê de 3 karker mirin û 14 karker birîndar bûn. Qeza li ser rêya navçeya Ceyhan û Yumurtalikê ya bi ser bajarê Adanayê, di km ya 6emîn de çêbû.

Kesên binecîh yên ku qezayê dîtin bi rêya telefonê xwe gihandin tîmên tenduristiyê û polîsan. Tîmên her dû beşan xwe gihandin ciyê bûyerê û mudaxeleyên xwe kirin. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên der û dor. Di nav 14 birîndaran de birînên 4 kesan xedar in.