Kerkûk | Dadgeha Iraqê biryara girtina Rêbwar Talabanî betal kir

20 June 2019 19:19 0 dîtin
Kerkûk | Dadgeha Iraqê biryara girtina Rêbwar Talabanî betal kir

PeyamaKurd - Fermana girtina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talabanî ku sala 2018an, li Bexdayê ji aliye Dadgeha Kerkûkê hatibû sitandin, hat rakirin.

Dadgeha Bilind a Iraqê ji bo desteserkirin û girtina Rêbwar Talabanî bi hinceta hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê digel ala Iraqê hatibû derxistin, betal kir.

Dadgehê biryar ji Rêveberiya Polîsê Parêzgehê Kerkûkê re şand û daxwaz ji Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Kerkûkê kir Rêbiwar Talabanî neyê girtin.

Biryara dadgehê piştî asayîbûna têkiliyên Bexda-Hewlêrê û xurtbûna danûstandinên ligel hikûmeta navendî ya Iraqê hat wergirtin ku ji nû ve nîqaşên çareserkirina rewşa Kerkûkê di çarçoveya madeya 140 a destûrê de dest pê dikin.