Kerkûk | DAISê êrîsî binkeya polîsên federalî kir: 5 polîs hatin kustin, 3 jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî terorîstên DAIŞê li nav sînorên qezaya Daqûqê ya Kerkûkê êrîşî polîsên federalî yên Iraqê kiriye.
Li gorî zanyariyên dawî di êrîşa çekdarên DAIŞê de ku du caran li pey hev êrîşî hêzên Iraqê hatiye kirin de, 5 polîsên Iraqî hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku şeva borî li demjimêr 22:30 çekdarên DAIŞê bi segvanên qenesan kamêraya çavdêriyê ya binkeya Polîsê Federalî şikandiye û piştre jî di demjimêr 23:00 de bi hejmareke zêde ya çekdaran vegeriyane û êrîşa duyem bi ser sengerên Polîsê Federalî de dane destpêkirin.
Di êrîşa ku bi ser sengerên Lîwaya 20 a Firqeya 5 a Polîsê Federalî yê Iraqê de pêk hatiye de, bi qasî 45 deqeyan şer rû daye û di encama şer de 5 kes ji hêzên Polîsê Federalî hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn ku hat zanîn rewşa tenduristiya birîndaran nebaş e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin