Kiliçdaroglu: Erdogan ji namzediya min a serokomariyê pir ditirse!

30 October 2022 18:02 0 dîtin
Kiliçdaroglu: Erdogan ji namzediya min a serokomariyê pir ditirse!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Tirkiyê, Kemal Kiliçdaroglu, di hevpeyvînekê de got ku Erdogan ji îhtimala namzediya wî ya bo hilbijartinên serokomariyê gelekî ditirse.

Kiliçdaroglu di hevpeyvîna ligel rojnamevan Yilmaz Polat re, li ser mijara hilbijartinên serokomariyê û hevkiriya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Erdogan ji namzediya min a bo serokomarîyê pir ditirse.”

Kiliçdaroglu li ser pirsa, Erdogan di her derfetê de çima behsa navê te dike? Gotiye, “Heger netirsiyaba wê di televizyonê de derketa pêşberî min. Careke din dibêjim, di kanaleke ku dixwazî de, were li pêş raya giştî em nîqaşê bikin.”