Kilicdaroglu ji bo 4 saredariyên CHPê lêkolîna felaketa erdhejê dide destpêkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê Partiya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu, ferman daye ku ji aliyê heyeteke pispor ve li ser 4 şaredariyên CHPê yên ji erdhejê ziyaneke zêde li bajarên wan çêbûye lêpirsîn bê destpêkirin.
Li gorî zanyariyan, wê heyeta CHPê ya ji pisporan pêk tê li ser Şaredariya bajarê mezin a Hatayê, şaredariyên navçeyên Arsuz, Defne û Samandagê li ser berpirsiya wan a felaketa erdhejê lêpirsîn û lêkolînê bide destpêkirin.
Hat diyarkirin ku wê şanda pispor a bi seroktiya Sekretera Giştî ya CHPê Selin Sayek Buke û Cîgirê Serokê CHPê Seyit Torun, li şaredariyên navborî lêkolînan bike û li ser berpirsiya wan a di hilweşîna avahiyan de raporekê amade bike.
Li gorî daxuyaniya şaredarê Hatayê yê CHPê Lutfu Savaş, tenê li bajarê wî di encama erdhejê de zêdetirî 20 hezar kes mirine ku ji du avahiyan yek jî yan hilweşiyaye yan jî xisar dîtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin