Kiliçdaroglu ji doza girtina HDPê re bertek nîsan da: Em neçar in...
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu, li ser mijara dozvekirina bo girtina HDPê got: “Êdî em neçar in dest ji pêvajoya girtina partiyan berdin.”
Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu, di bernameya vekirina Serokatiya Rêxistina Tekîrdagê ya partiya xwe de qala doza girtina HDPê kir û wiha axivî:
“Partiyên siyasî ûnsûrên jêneger ên demokrasiyê ne. Partiyên siyasî bi piştevaniya gel dijîn, partiyên siyasî yên gel piştevaniya wan neke jî diçin nav sergoyê dîrokê. Ji ber wê yekê heke em demokrasiyê biparêzin, em neçar in dest ji pêvajoya girtina partiyan berdin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin