Koçberên Singalê ji ber tunebûnê dîsa vedigerin kampan
PeyamaKurd - Ji ber tunebûna xizmetguzariyên li Şingalê, koçberên ku vegeriyabûn ser cih û warê xwe, dîsa vedigerin kampan.
Li gor Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, di çend mehên borî de, derdora 100 hezar koçberên Şingalê vegeriyabûn ser cih û warê xwe, lê mixabin hinek ji wan dîsa vedigerin kampan û koçber dibin.
Mehma Xelîl diyar kir, ji ber nebûna alîkarî û xizmetguzariyê niştecihên Şingalê dîsa vedigerin kampan. Tu kes alîkariya wan nake û xizmetguzarî jî tune ye.
Qaymeqamê Şingalê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye, da ku alîkariya koçberan bikin. Lê heta niha Hikûmeta Iraqê bersiva wan nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin