Koma Dîlan a Urmiyê li festîvalên Amerîka û Awustraliyayê bû yekemîn
PeyamaKurd – Koma Folklorê ya kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya bi navê Koma Dîlan a Urmiyê li festîvalên govend û muzîkê yên Amerîka û Awustraliyayê de pileyên yekemîniyê bi dest xist.
Koma Dîlan a Urmiyê zêdetirî 40 cûreyên dîlanan ku berê li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê hebûn zindî kiriye û dixwaze komên hunerî alîkariya wan bikin ji bo ku wê çandê biparêzin û bigihînin nifşên nû.
Koma Dîlan a Urmiyê ji ber koronayê û hin kêşeyên din, nekarîne ji bo festîvalan biçin Amerîka û Awustraliyayê û bi awayekî online beşdarî herdu festîvalan bûne.
Li gorî nûçeya Rûdawê Koma Folklora Kurdî di her du festîvalan de jî di asta dîlan û muzîkê de bûye yekemîn.
Desmala serçopî û kela bêrdûkê, wate çand û dîroka Kurd, li devera Urmiyê, yek ji kevintirîn hunerên Kurdî li yek ji kevintirîn cihên dîrokî yên berxwedana gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Koma Dîlan a Urmiyê dixwaze ji bo zindîkirina çanda wê navçeyê, li her derekê bide û careke din ji xelkê navçeyê re bêje ku çand û dîroka te çi bûye.
Endamên komên eşkere dikin, armanca wan a sereke ji vê komê ew e ku govend û dîlana ku ber bi mirinê bû, car din vejînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin