Koma Feyleq El-Sam darên zeytûnê yên welatiyekî Kurd birîn
PeyamaKurd – Koma Feyleq El-Şam, 45 darên zeytûnê yên welatiyekî Kurd li Efrînê birîn û ew dar li bazarê firotin.
Li çavkaniyên xwecihî, koma çekdar a bi navê Feyleq El-Şam a ser bi Tirkiyê ve roja Şemiyê 12ê Sibata 2022an 45 darên zeytûnê yên di navbera gundên Kîmar û Beradê yên navçeya Şêrawa de birîne û darên ku hatine birîn, ên welatiyekî Kurd ê bi navê Mihemed Mihemed Ebû Şahîn in.
Herwiha zanyarî eşkere dikin, erdê ku darê wê hatine birîn li ser rêya her du gundên Berad-Kîmarê ye û ji bo şewitandinê û firotina wan di bazarê de ew dar hatine birîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin