Kongra Amerîka li ser dixebite ku rêxistina Bedir a Hadî Amirî bixe lîsteya terorê
PeyamaKurd - Kongreya Amerîkayê, bi pêşniyar qanûna ku hatiye amadekirin hewil dide hêza Bedir a Hadî Amirî seroktiya wê dike û bi ser Heşda Şeibî ve ye bixe nav lîsteya reş a terorê.
Rojnameya Washington Free Bacon a Amerîkayê kopiyeke pêşniyarqanûnê qanûnê bi dest xistiye. Di pêşniyar qanûna kongra Amerîka de, hewl tê dayîn ku qanûneke nû were derxistin û mezintirîn komên “Terorîst” ên girêdayî Îranê li Iraqê ku n êrîşî karmendên amerîkî li Bexdayê kirine, bixin nav lîsteya terorê û wan ceza bikin.
Hat diyarkirin ku ev pêşniyar qanûn ji aliyê Endamê Komîteya Derve ya Kongreya Amerîka Joe Wilson ve hatiye amadekirin û tê de rêxistina ‘Bedir’ ji êrîşên li dijî rayedarên balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê berpirsiyar tê dîtin.
Seroktiya hêza Bedir Hadî El-Amirî dike ku bixwe leşkerekî iraqî ye û têkiliyên wî bi hikumeta Îranê û Iraqê re xurt in. Herwiha Amirî di parlamentoya Iraqê de jî tevî fraksiyona xwe cî digire.
Li aliyê din Wezareta Derve ya Amerîkayê, Hadî Amirî wek yek ji berpirsên êrîşên sala 2019an ên dijî balyozxaneya Amerîkayê nîşan dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin