Konsolosê berê yê Mûsilê dibe namzedê Serokkomariyê

20 April 2018 21:45 0 dîtin
Konsolosê berê yê Mûsilê dibe namzedê Serokkomariyê

PeyamaKurd - Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Ozturk Yilmaz:  "Heke Serokê me yê giştî bibe namzed ez ê her tim piştgiriyê bidim wî. Ku nebe namzed û ezayên partiyê yên eleqedar wezîfeyê bidin min ez ê bibim namzedê Serokomariyê."

Yilmaz li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û bi bîr xist ku li Wezareta Karên Derva wezîfeyên girîng kiribû û wiha axivî:

"Tirkiye ji pêvajoyeke zor derbas dibe. Rêyek lazim e. Dibê em qeydên ku li lingên me xistine bişkênin û biavêjin. Îradeyeke saxlem lazim e. Medya û hin giregir dixwazin ku namzedê CHPyê bi xwe tesbît bikin. Yanê dibêjin Birêz Erdogan hemû tişt kir lêbelê têrê nake. Hê bawer nakin ku were hilbijartin û dixwazin ku namzedê CHPyê bi xwe tesbît bikin. Ez 47 salî me û her tim ser ketim. Tu fikareke min tune, xêncî Xwedê jî ji tu kesî natirsim.

Heke Serokê me yê giştî bibe namzed ez ê her tim piştgiriyê bidim wî. Ku nebe namzed û ezayên partiyê yên eleqedar wezîfeyê bidin min ez ê bibim namzedê Serokomariyê. Êdî ji derva namzedî nabe, kêrguşk nabe namzed, ev meydana mêran e. Bawer dikim ku ez ê bi ser bikevim."

Wek tê zanîn Ozturk Yilmaz dema DAIŞê Mûsil dagir kir konsolosê Tirkiyê bû û digel 49 personelî ketin destê rêxistinê. Piştre bi bazariyên kûr hatin azadkirin.