Konsolxaneya Amerîka ya Tirkiyê hisyariya êrîsan da û dayîna vîzeyan rawestand

23 October 2020 17:48 0 dîtin
Konsolxaneya Amerîka ya Tirkiyê hisyariya êrîsan da û dayîna vîzeyan rawestand

PeyamaKurd – Konsolxaneya Amerîka ya Tirkiyê ragihand ku Amerîkayê karûbarên vîzeyê ji ber ewlehiyê bi awayekî demkî rawestandiye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku sedema rawestandinê êrîşên muhtemel ên li dijî karmendên konsolxaneyê, revandin û êrîşên cuda yên terorî ye ku agahiyên ewle di destê wan de hene.

Herwiha hişyarî hatiye dayîn ku dibe li derveyî Stenbolê li bajarên din ên Tirkiyê jî welatiyên Amerîkî rastî rastî êrîşan bên û daxwaz ji welatiyên Amerîkî yên li Tirkiyê hat kirin ku dûrî cihên qelebalix û navendên danûstandinan bin.

Di çarçoveya biryarê de hatiye ragihandin ku ji bilî vîzeyê xizmetên bo welatiyên Amerîkî yên konsolxaneya Tirkiyê jî hatine rawestandin.