Konsulên 4 welatan nameyeke derbarê Pêsmerge de pêskesî Nêçîrvan Barzanî kir
PeyamaKurd - Konsulên giştî yên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Cîgirê Konsulê Giştî yê Holanda yên li Herêma Kurdistanê, derbarê çaksaziyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de nameyek pêşkeşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kirin.
Konsulan di nameyê de, pîrozbahiyê li Herêma Kurdistanê kirin li ser bicihkirina yasaya xanenişîniyê ya ji bo Hêzên Pêşmerge ku niha 2.000 Pêşmerge li gor wê yasayê hatine xanenişînkirin.
Di nameyê de piştgirî ji bo xanenişînkirina 830 efserên din ên Pêşmerge jî hat diyarkirin.
Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holanda di proseya çaksaziya Hêzên Pêşmerge de cih digirin.
Di nameyê de behsa hinek pirsgirêkên paşxistî yên proseya çaksaziya Hêzên Pêşmerge jî hatiye kirin û konsulên wan welatan gotiye, “Em di wê baweriyê de ne ku pêwîst e, pêngavên hevşêwe avêtin li ser birgeyên paşxistî yên çaksaziyê ku Wezareta Pêşmerge bilind kirine ji bo Encûmena Wezîran ji bo pesendkirina wan, wek nimûne, stratejiya berevaniya serbazî û yekeya jimêryar a yekgirtî.”
Konsulan di nameyê de behsa daxwazên hêzên yekeya 70 jî kiriye ji bo yekxistina Fermandariya Hêzên Piştevaniyê ya 2 di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de û gotine: “Em çaverêyî pesendkirina daxwazên Hêzên 70 ne, ji bo yekxistina Fermandariya Hêzên Piştevaniya 2 di nav Wezareta Pêşmerge de.”
Di dawiya nameyê de jî pabendbûna wan welatan ji bo piştgirîkirina proseya çaksaziya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê hatiye dubarekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin