Mesrûr Barzanî di derbarê civîna li ser Pêsmergeyan de twîtek belav kir
PeyamaKurd – Di derbarê civîna do ya li ser rewşa wezaret û hêzên Pêşmerge de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de ragihand: ‘’Divê em lez bikin hêzên Pêşmerge yekxistina wan temam bikin.’’
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî do bi amadebûna cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talabanî ve serpereştiya civîneke taybet a wezareta Pêşmerge kir û hejmarek mijarên girêdayî bi wezaret û rewşa Pêşmerge guftûgo kirin.
Mesrûr Barzanî di twîtekî de diyar kir: ‘’Min serpereştiya civînekê kir bo guftûgo kirina di derbarê çaksazî di wezareta Pêşmerge de pêkanînê.’’
Herwiha destnîşan kir, ‘’Divê em lez bikin bo encamdana guhertinan û hêzên Pêşmerge bên yekxistin bo piştrastbûn û dadperweriya zêdetir bo hêzên me yên çekdar.’’
Serokwezîr da zanîn, ‘’Pêşmerge dê berdewam girîng be bo parastina Kurdistanê.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin