Koreya Bakur, Amerîkayê bi pûçkirina danûstandinan tawanbar dike

25 May 2019 10:02 0 dîtin
Koreya Bakur, Amerîkayê bi pûçkirina danûstandinan tawanbar dike

PeyamaKurd - Rêveberiya Koreya Bakur ragihand ku heta Amerîka helwesta xwe neguherîne ew ê careke din bo danûstandinên ser bernameya navokî necivin.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Koreya Bakur di medya fermî ya wî welatî de hat weşandin. Di daxuyaniyê de Amerîka bi “pûçkirina danûstandinan’’ hat tawanbarkirin û li ser xwestinên Washingtonê hat gotin ku “daxwazên ne pêkan’’ in.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di meha sibatê de civîyabûn, lê di civînê de tu rêkeftin pêk nehatibû.